mezhebî zerdeştî
zerdeşt ke ḧeqîqet ya pêẍember weya murşîdêkî fewqul’adey qewmî arîy qedîm buwe be tewawî me’lûm nîye ke çi weqtê hatote dinyawe û jyawe û xełkî kwê û le çi qewmêk buwe, kitêbî zendi’awêstay çi weqtê û be çi zimanêk nûsîwe. lem xisûsewe ’ulema û mu’erîxîn îtîfaqyan nekirduwe. le naw emaneda mîstir caksin ke le tedqîqatî mezhebî zerdeştîda ḧeqîqet mutexesîse, lem fikiredaye ke zerdeşt le nîwey duwemî qeřnî ḧewtemî pêş mîladda hatote dinyawe û le nîwey ewwełî qeřnî şeşemda wefatî kirduwe; emeş qet’î nîye; bełam be gwêrey řîwayatî zerdeştî, ebê em nebî û murşîde le qeřnî ḧewtemda hatbête dinyawe û le qeraẍ beḧrî wirmê desî kirdibê be îrşad û le ewasîtî nîwey ewwełî qeřnî şeşemda wefatî kirdibê. mistir hol (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, lapeře 555) ełê: be gwêrey řîwayatî qedîme, zerdeşt be texmîn le sałî 599y pêş mîladda hatote dinyawe. dîsan be gwêrey řîwayatî zerdeştî, kuřî «pwawirşesb» buwe. le mindałîda be’zê şitî ’eca’îbî lê řûdawe û le ser ewe sîḧirbazekan wîstûyane bîkujin, bełam boyan nelwawe. le bîst sałîda xoy kêşawete cêgeyekî tenyawe û kewtote řyazetewe. le sî sałîda û le qeraẍ awî «da’îtîya» ke be’zê gutûyane «awî aras»e, xełkî bo nasînî xwa de’wet kirduwe. «cawdan muqedes», zerdeştî birdote ḧizûrî «ahurmezd» , le dway eme, zerdeşt le naw xełkî tûran û sekistanda be îrşad meşẍûł buwe bełam fa’îdey nebuwe, çunke muẍanî ew dewre manî’î bûn. le paşda be emrî ahurmezd çû bo lay «wîştasb»y xełkî ḧakmî «baxter» û le dway se’î û teqelayekî dû sałe ew padşayey hênaye ser dînî xoy , ḧîmaye û yarmetîy «camasb»y wezîr zor be kełkî hat. le paşda em camasbe kiçekey zerdeştî xwast. dînî zerdeşt le dway qebûłkirdinî wîştasb zor biław bowe le naw tûran û êran û hînd û asyay suẍrada. zerdeşt le ḧałî pîrîda û le şeřêkda ke bo neşrî dînekey legeł qewmî «hyon»da desî pêkirdibû, kujra. serdarî leşkirî hyon, «ercasb» bû. (êranî qedîm, lapeře 254- 255)