’eqîdey ’elîwłiłahî
xełkî kurdistanî şerqî (le ẍerbî herate), le pêş zihûrî îslametîda be’zê ’eqîdey ’eca’îb ’eca’îbyan buwe û le dway emeş ke îslamyan qebûł kird, dîsanewe wazyan lew ’eqa’îde nehêna û be kemukûřî tebdîl hêştyanewe.
xełkî «ernîl» weya «řemmał» ke le kurdistanî şerqîda bûn, ’eqîdey tenasuxyan bû û řojyan eperist. le dway eme ke bûn be musułman, be biřwakirdin be alûhîyetî ḧezretî ’elî, wîstyan ’eqîdey pêşû îḧya bikenewe; em peristişkaranî ḧezretî ’elîye ełên: «be gwêrey eme ke ḧezretî cubra’îl le sûřetî «duḧyey kelbî»da bînrawe, zihûrî řuḧanî le şikłî cismanîda mumkîne, ke wa bû xway ’ezîmeşşe’in (ḧaşa!) mumkîne ḧilûl bikate sûřetêkî cismanî; bem nezerîyeye xway tebarek û te’ala bo emeş ke lutfêkî gewre legeł benî beşerda bika, ḧilûlî kirdote cismî mubarekî ḧezretî ’elîyewe».
emane lew ’eqîdeyedan ke ḧezretî pêẍember (sil’im)yiş le teřef ḧezretî ’elîyewe me’mûr kirawe, lem ta’îfeye eḧmed nawêkyan kutûyetî ke em qur’aney ke be desteweye, î’tîbarî pê nakirê, çunke ew qur’ane nîye ke ḧezretî ’elî bo pêẍember (sil’im)y narduwe; ew qur’ane sûtawe û le teřef ḧezretî ebûbekir û ’umer û ’usman (r.’)ewe em qur’anî êstake řêk xirawe.
xulase, le babet qur’anî ’ezîmeşşe’newe enwa’î diro û deleseyan řêk xistuwe û bem terḧe xełkyan tefre dawe û her qur’anêkyan des kewtuwe, sûtandûyane.
em ’eqîdeye ewwełen le meḧebetî ehlî beytewe desî pêkirduwe û berebere hatote ser ulûhîyetî ḧezretî ’elî û lemeşa nemawe û hatote ser ’eqîdey qedîmî řojperistî.
waqî’en em mezhebe çewtane, lew ’eqîdeyedan ke ḧezretî ’elî berz botewe û çote naw řojewe û le dway eme ke meqsedî tefrederekan ḧasił buwe û netîce hate ser řojperistî, ayînî em î’tîqade qedîmeyan jyandewe û nawekanyan gořî û daxłî îslametîyan kird û be buxtanêk xełkyan le xwardinî goşt men’ kird û bo xwardinî goştî muḧîbbanî ḧezretî ebûbekir û ’umer û ’usman (r.’) teşwîqyan kirdin û eyken. em ’eqîde batłeş (ḧaşa!) be qur’an te’îyd eken.