cur’et

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  680 views
kesekem.. bo min nazanim weha bawe
hemû core diłdarîyek ke kirawe
yekem hengaw.. hî kuř buwe
nazî kiçî hełgirtuwe
ta nameyekî dawetê.. peřubałî derkirduwe?!
min ewane çak ezanim, bełam çî le cur’et ekey
her ke çawim pêt ekewê
qaçekanim têkeł ebin.
le lencekanta win ebim
her nazanim řêgam kwêye
ewem her bîr eçêtewe
ke namey diłdarîm pêye
negbetîyekeş.. a lewaye
weku min ewe ḧałme
diłî toş weha załme
ke hîç nebê.. zerdexeneye natgirê
handerim bê.
be bergî awrîşmînewe le berdemî minî lata
nazî têrêtî efroşî kê ewêrê bê belata
min xom ezanim kwêm yêşê
bew daxewe řojê emirim
birînim geyîye ser êsqan
řûyekî xoşî tom nedî
kiçî ’asman
ke to bew ḧałe ebînim
lewe eçê.. xom nebînim
gîrfanekem qûłtir ebê
neku name.. her destîşmî
tya win ebê
îtir cur’et le kwê bênim
namey gîrfanim derbênim!!
 
=«hunermend ’usman ’elî beşêkî destikarî kirawî kirduwe be goranî.. bełam lewê ew mebeste win buwe ke min wîstûme kiçêkî têr û kuřêkî birsîy hejar medarî şî’reke bin».