hemûy hîçe

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  470 views
xepan gyan.. basî çî bikem!!
ca çî mawe? çît bo bas kem!
heta êstaş.. diłnya nît le meylekem?!
xo becorê.. ḧezim le çawit kirduwe
esłen xoşim ḧisabekem lê têkçuwe
erê çonim lê têk neçê!
xo em diłe negbetey min, becorê diłî toy ewê û
weha ḧezî lê kirduwe
min xom hetaweku êsta... şitî weham nebîstuwe
ewe ḧisabekey mine û ḧezim lête
çetîw nebî.. diłim teqî.. ḧezim lête
nazanim.. basî çî bikem.. heta êsta diłdarî wam nekirduwe
gwaye.. zore
kiçê to carê çît dîwe! çît bîstuwe!
baweř bike.. le çaw ewey le diłmaye
ḧez û xoşewîstî hîçe
em qisaneş hemûy hîçe
çetîw nebî.. ḧez ḧezî çî?!
le çaw ewey le diłmaye
em dinyayeş hemûy hîçe