zoremlê

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  472 views
memdiwêne.. min medwêne... memdiwêne
le řiqî min naḧezekanim bidwêne
ta etwanî bimbuẍzêne... bimřencêne
namekanim yek le dway yektir bidřêne
ke minit dî, řûy xotim lê werçerxêne
herçî firtufêłe hemûy bekar bêne..
înca zyatir weku bulbul bot exwênim..
qur’an berew řûm bihênî, waz nahênim
demêke bo çawekanit perêşanim..
şêtî ’eyarêkî wek toy xanumanim..
le kwê nermî û leserxoyî bemin ekirê
min xom serim le babetî wek to exurê..
beçawî to min tenya yek şit ezanim
min tom ewê û toş xot û şîrî xot.. xanim
xoşim ewêy.. bekurdîyekey ḧezim lête..
bexwa xoşît bê û tirşît bê.. ḧezim lête.