sî û yek: nerme, lenceket nerme

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  603 views
nîgay hełpeřkêt germe
cwanê îtir leberçî!
serkułimit piř le şerme?!
***
şayîye û şermî nawê
qezat le małim kewê
kwêrayîy şerim daye
kewa tuxinit dekewê!
***
serçopêkem lê bigre
şayîye, çopye, fermû
be feqyane şořeket
agir berbere mirdû
be, şan, hełî tekêne
ba şêtgîr bin destey kuř
agir le seryan berbê
wek newtî babe guřguř
***
şořekiç řeşbełek germ bê
be ’ereqî gonaket
berdîş diłî nerim bê
***
nerme lenceket nerme
nîgay hełpeřkêt germe
xatûnî min leber çî
şî’rî to tacî serme!