sîyem: şeqamî kawe

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  697 views
bibim bequrban larulenceket
bimke be gułêk bo tesrîḧeket
***
leber xatrî ew cûte çawe
bûm be nemamêk le cadey kawe
bełke car carê, weku řêbwarê
zerdexeneyek, le řût bibarê
***
maksî beden çesp, wirşey şałî şan
nek her diłî min, şeqamî cûłan
şeqamî kawe, kostî ekewê
řojêk hengawî, toy bernekewê,
***
ew nîga germet, gyanî sist kirdim
twanay řoyîn û giftugoy birdim
min wa.. mamewe, be’aramewe
to weku xotî û min twamewe
***
to be şanêl û pûtî berzewe
min be şeydayî û diłe lerzewe!
ey cwanî xirpin, naskołey şermin
bese gunahim mexere gerdin!
***
bibim bequrban larulenceket
bimke be gułêk bo tesrîḧeket
hawřêy hunermendim: ’usman ’elî gerçî kopley duwemî şî’rekey nexsituwete goranîyekewe, bełam awazekeym be serkewtû zanî.