bîst û ḧewtem: şiney beharan

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  561 views
yarîy awî řûn legeł wirde çew
mosîqayek bû
aram û hêmin
çawî gułałe sûrey xiste xew
***
cwanîy şořebî biłind û şermin
ke eyřiwanîye
qełbezey kanî
bulbulî xiste goranî witin
***
kizey şemałî fênkî beyan
mûçřikey eda
bedarî serû
weku şajnêk bałay elencan
***
bo hełpeřînîş destey nazdaran
leser sewze gya û
şewnimî beyan
qołî nask û nermyan têk ałan