bîst û heştem: dûr be

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  519 views
pê bepêy ẍezelêkî ’elî ’arf aẍa
ebê tîşkêkî xwawendî, le çawî toda, becê mabê
le katêka, kewa, yezdan, be pencey nexşî kêşabê!
ke sałê carê bitbînim, ełêy daym leberçawî
ke çî tîşkî hemîşey řoj, be çawim aşna nabê!
***
weku dostêk temaşam ke gelê şew yadî ew çawe
be laylaye nwandûmî, weku korpey ke giryawe
lelam seyre! xeşîmane, belama dêyt û nazanî
ke nax û gyan û hestî min, be sozî toye, sûtawe!
***
betenya xawenî dił bûm, ke tozêk sozî tya mabê
ewîş laşey becê hêştim, weku bo min nexułqabê!
ebê bo çî, beşî ’aşiq, betenya girye bê û nałe!
ke çî hêşta wişey kałî, be xwênî ałuwała bê!
***
nekey baweř bewey swêndixom, hetaku em diłem mabê
le toy nexşîn û řewt şîrîn, be çawî aşna nabê
tikaye dûr be ey nazdar, weku dûrbûy lemew pêşîş
neka peykerî pîrozit, le diłma tefrutûna bê