çwarem: swênd
From the Book:
            Îşqî bê Nexşan
        By:
                Dilshad Meriwani (1947-1989)
        
             1 minutes
             1510 views
        
        
    swêndim bo xwardî ke tom xoş buwê
be xeyałtewe, binûm gişt şewê
xo nemut: wekû sêberit ebim
minîşt newê, min her tom ewê!
***
swêndim bo xwardî ke diłsozit bim
le to bew lawe bo lay kes neçim
xo nemut: eger lûtberzîyş bigrî
min wekû bende her etperistim?!