pêncem: řû wermegêře

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  714 views
xanmekem dwênê wêne û namekanimit nîşanî destexuşkekanit nedaye, ta emřo baweřyan bikirdaye ke řast ekeyt û namnasî.
řû wermegêře û xot lêm lameye
ke nawyan hênam, mełê: kameye?!
weku pêkewe serdemî caran
şar negeřabîn kołan be kołan!
katêk ke namey diłdarîm bot nard
diłim meylî xoy her be to sipard
ew katey witim: gyane tom ewê
her dił pêy witim: ke tom xoşbuwê
xende û nazeket zor be’aşkira
řazî diłdarî begwêma eya
pêt eselmandim «destixeřot nakem»
be gûşînî dest, be mijînî dem
keçî bew naze to destit biřîm
bo mêşkî kasim, şêtît pê kiřîm
beřastî wîstim to bikem beyar
bot pêk bihênim: jînêkî bextyar
dwařojî jînim be towe bestim
her xoşim bwêy her bitperistim
keçî netzanî: em diłperiste
şadî û bextyarî bo to mebeste
minit firîw da, be: qisey şîrîn
benaz û mekir û xende û pêkenîn
name û temaşa û qise û peymanit
basî dwařoj û bełênî gyanit
dyare hemûyan her serzarîye
hetaku êsta kirdarit nîye
to ewe nebûy min têtgeyştim!
katêk pêm zanî, ke pêt geyştim
kesêkim nedî wek min toy buwê
yaxud be nîwey min toy xoşbuwê
wa cyabûmewe, lêt bûm bêberî
qîrusya le dił, ba kemêk bigrî
îtir lemewla, xemit bo naxom
şewgarîş bêdar nasûtêm wek mom
wat le diłim kird hetaku mawim
nełê: tom ewê.. ya bot sûtawim
lemewla min û xoşwîstinî to
asman û řêsman, dûrîn, bê diro
ke wate gyane xot lêm lameye
ke nawyan hênam mełê kameye?!