sêyem: namnasî?!

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  699 views
tuxwa çen keřet şewnimî şermim
be maç û mijîn le kułimit kiřî?!
çend carîş ah û heniskî germim
be gazî betîn le lêwit siřî?!
çend car bebê deng le jêr suxmewe
memî nûstûtim, xeber kirdewe?!
ya, leser řanî nerim û pemeyî
çendeha xewî xoş xoşim edî?!
leber xatrî maçêkî nawşan
çend car zirîzey piştitim kirdewe?!
ya, leber nazî zeřřeyek giryan
çend car be nuqurç şînim kirdewe?!
ke çî êstake, meylit nemawe!
tavgey bezeyît wişk û bê awe!
ew ’îşq û sozet hîç nîye basî!
be yadim nakey! wekû nemnasî!
le řêgewbana, katêk embînî
temaşam nakey! hîç namdiwênî!
dêyt û weku kew xot elencênî
ke çî hîç nebê pêm nałêy: çonî?!