duwem: diłit birdî

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  721 views
witî: lêwim jehrî tyaye
witim: bêne babîmjim
witî: axir le naw eçî!
witim: beşku, xom bikujim
***
witî: çawim deryay şîne
witim: diłim exnikênim
witî: axir minî têdam!
witim: sardî, etřencênim
***
witî: bê to jînim nawê
witim: bo wa xoşewîstim?!
witî: ey gwaye nayzanî!
witim: piştit pê bibestim?!
***
witî: swêndim be diłdarî
witim: baweřim pê kirdî
witî: başe, diłtim deyê
witim: gyane.. diłit birdî