ew ḧefteyey ḧewt řoj û şewêke

From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  806 views
1
to le diłmayt
ke netwanim bitbînim û bonit bikem
ke netwanim tamit bikem û bitgirim
ke netwanim gwêt lê bigirim
to le diłmayt û zor dûrît
ay ke dûrî mîwanî dił
***
min le diłtam
ke netwanî bimbînît û bonim bikey
ke netwanî bimgirît û tamim bikey
ke netwanî gwêm lê bigrî
min le diłtam û zor dûrim
xanexwêkem.. ay ke dûrim!
2
teř debim û sermam debê
leber ew şestebarane.. sema meke
heniskebřikêm tûş debê
leber ew tof û ziryane.. heřa meke
bo wa dekey?
key witûme: herçî derdê
tûşî to bê
tûşî diłî minîş debê
3
min nêrgisîm, zorîş ḧezim le nêrgise
key witûme to lew deçî
wek «mewlewî»
witim nêrgis le to deçê!
min zerdim û etoş sipî!
zwîr mebe
biřwa bike
be «xom»m wit.. legeł «ew»da
toş lew deçî!
4
řastit dewê
em jyane bêhûdeye û.. hûdey min toy!
dirot dewê
em jyane.. bêhûdeye û.. hûdey min toy!
hûdeyî bê, yan, bê hûde bê.. em jyane
herdû her toy!
aşna, yan, dił piř ẍurbet.. bem jyane
herdû her toy!
tenya xom bim, yan, tenya to.. lem jyane
herdû her toy
5
em cîhane dûkanêke
sewdam bikey.. sewdat bikem
kiřyar û firoşer, xotî
em jyane.. peristigaye
bitperistim, bimperistî
jyaw û jyêner, xotî
byanû megre kam.. kamtirî zor xoşdewê
ewey diłî min deyewê, toş detewê
6
dwênê lay to.. nameyek hat
emřo lay min.. buwe şî’ir
emřo lay min.. nameyek çû
sibey lay to.. debête şî’ir
name, şî’re!
şî’ir, sîḧre!
7
«emřo» «sibeynê»y «dwênê»ye
hefte her «ḧewt» řojî pêye
kê dełê «şewî heştem»y hefte, nîye?
min diłnyam xor řûy nayet ser derbênê
ta.. şewî «heştem»y heftem bo nehênê
8
řût û tenyay
řût û tenyam
were baxełmewe binû
key le «min» cyay
key le «to» cyam
ey ḧeqîqet!