çekmece

From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  696 views
ke tom labûy, asman qubbeyekî şînî
awała bû
xor derga bû..
kirayewe û çûme nawend cîhanêkî efsaneyî:
şeqam deřwê, guł defřê, dirextî cwanî pemeyî
qołyan dekird be qołimda, wek aşnay şî’rekanim
yekêk deyut:
be yarmetî, îmzayektim dewê leser liqekanim.
yekêk deyut:
le jêr sêberma danîşe, toy gewałe şî’rî
geşî beharim.
ewî tiryan, řegêkî xoy derdehêna
deyut:
bîbe, emeye edrêsî poste û cê û mekanim
lepiř mał’awayît kird û ke řoyştî
fiřêyan damewe zewî.
bînîm asman, dîwarêkî qetranîye û estêrekan
deskî çekmecey heniskî.
bo xewî dîdar degeřam
herkamyan řadekêşa
diłêkî tyabû.. de’êşa.