erinistî kurd

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 3 minutes  997 views

bo şehîd «ekiremî ḧebse»
gyane ekirem
to le kargey şořşanda
kirêkarêkî cesûr bûy
le naw komełî însanda
baweřêkî piř le nûr bûy
le milmilanêy dujminanda
twanayekî bê sinûr bûy
le dîwanî kołnedanda
lapeřeyek şî’rî sûr bûy
gyane ekirem
to emende sakar nebûy
to kotrêkî sipî bûy
bełam řojgar
ta piř be destit řaw dekird
le beyanî ta êware
to gyanêkî xêrnedîw bûy
lew aqare
xêrit bo hawřêyan debird
le ’êraqî kip û matî be xwênî sûr şetekda
le kurdistan benaçar- xełk fêrî kutekda
diłdarêkî berg sipî bûy
řêgey xencerit hełbijard
leser dîwî řastî nûstî
berge sipîyeket jeng girtî
leser dîwî çepî nûstî
dîsanewe her jeng girtî
ewsa zanît, kanzay xencer
her beřwałet.. cewherdar û şox û şenge
dena heta bîneqaqay miştuwekeşî hemû jenge
ewsa zanît, to diłdarêkî bê çekî
bełam hîwa biřaw nebûy
nexêr gyane nahuşyar û bê çaw nebûy
hergîz umêdbiřaw nebûy
bê edrês û bê naw nebûy
boye le nwê diłdarane
diłdarêkî xawen ezmûn û dîwane
bepeyjey sûrî xebatî kirêkaranda hełzinay
bo xorî jan řewênerî kurdan
geřay
bo şarî bê çewsandinewey însan
geřay
kûçe û şeqamit
bo hawřêyanit
kirde agirdan
«de megrî megrî çawanit êşê»
buwe diruşmî hîwa nebřan
awazit kirde hawser û
řozat bo kurd perwerde kird
sengerit bo dwařoj lê da û
hanat bo lay gişt kargeran bird
ta jeng le xencer bikenewe
ta - tûleřê bîr bernewe
sîstimêkî nwê bo xebat danênewe
zor le caran merdanetir
tîn be şořş bidenewe
bełam sed dax
hawřê ekirem
le wiłatî jêr postałî asnînda
řakşa û
toy erinistî naw kurdistan
wek dîwanêk şî’rî diřaw
le ełqey petî musłewe
şoř bûytewe
heta bałat geyşte faw
heta gyanit çuwe kořî şehîdanî hawřêman û
bûne hetaw
ey hetawe pîrozeke
xemit nebê em karwane
řanagîrê be gêlepyaw
herdem dejî
herdem dejî
herdem dejî û berdewame