pakane

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 5 minutes  1982 views
pakane
giftî daykêk,
řołe gyan, řołey zîndan.. gerçî kwêrim
bełam be çawî diłmewe bo lat hatûm
meger nazanî řêy zîndan beçawî dił bedî dekirê?
henaw û bendî cigerm.. xo bîrit dê
ke mindał bûyt, demkirdîte qeładoşkan
deste nermunołekanit leser ’eba şiřekewe
le ser û pirçim de’ałan
êstakeş her ew pirçanen bełam sipîn
hon hon hemûm honînewe
bo řewabûnî to bo jîn
çawekanit şerbetî zîndeganîm bû
giřugałit bezmî şayî loẍanîm bû
sipêney ew dû çawanet şîrî memkî damawîme
řeşêneyan şewnxunî şewanî kullemergîme
ta çawe biçkolekantim kird be dû giłopî řûnak
giřugałtim kird be qisey cemawerî xawên û pak
ta řam hênay legeł deryay bêdarî jyan
bûy be şêrêk le merg netirsî bo jyan
mebestit hênd firawan bê řizgarî bê bo gişt gelan
***
êsta kuřeketim laye
şewan be dem laylayewe dełêm laye
korpem laye.. laye laye
serfirazîm le xogirtinî bawkitaye
řizgarîman le xebatî hawřêyanî babedaye
cergî cergekem laylaye
xefet mexo, ḧizb lankî minałêke ke bê lanke
ḧizb bawkî minałêke ke bê bawke
ew piştêney hełwasrawe
bexetî wird lêy nûsrawe
hî bawkite, ke gewre bûy le piştî ke
karekanî ew tewaw ke
leser perasût bîbeste û bîparêze
ewe pesaportî řêgey ser biłindî û merdî û řêze
řołe emanet pê dełêm
ta, ke mirdim.. be îsraḧet çaw lêk binêm
***
řołey şîrîn, henasekem
xemî korpet mexo «layey» way bo dekem
kuřim, zamdarî nenûstû
le zîndana azaryan day?
singit bêne, zamekanit le singî kiftim hełbisûm
ta, wek gułałe bonyan kem
biłêm oxey, şukir řencim beba neçû
bawanekem toy kołekey xanûy hîwam
toy beharî temenî xezanî tenyam
kuřim na’umêdim nekey
řencî jînî kullemergîm beba nedey
řołe nekey wire berdey
řołe nekey be merhemî xofroşî
zamekanit sařêj bikey
zamdarêk xawen wire bê.. zamekanî dijî merg
wek řeşeba, wek birûske.
wek gerdelûl degirmênin
merhemekan řefiz deken
sarẍîyekan řet dekenewe û nefret deken
merhem û sarẍîyan tenya agir û ałay şořşe
hełmetî sext û hêrşe
bawanekem, birînekanit ewane merhemyane
nek «pakane»
çunke dełên:
be byanûy nan peydakirdin
bo birsêtî jyanî min
pakane piř dekeytewe
wa hatme lat le xomî bibîste řołe
şîrim be tûtik ḧełał bê
nek ew kuřey pakaney le xeyał bê
kuřim min ḧez dekem geř bim le çiłkana
řołe min ḧez dekem bimirim le birsana
řołe min ḧez dekem çawekanim kirmeřêz bin le zîndana
bełam kuřekem ber nebê be pakane
řołe ewey pakane piř dekatewe
dûbare kost dexatewe
şehîdekan le nwê şehîd dekatewe
nawî pakane nehênî
serbarî em zebûnîyem nekey şerefim bişkênî
řołe nekey řêgey xot û hawřêkanit bîr çêtewe
bimgûşe tund be xotewe
temaşay pirçekanim ke hemû sipîn
hon hon hemûm honîwe bo řewabûnî to bo jîn
biłê daye.. swênd bê bew pirçe sipîyanet
diłop diłop swênd bê be şîrî ḧełałî ew memkanet
to daykimî serî daykêk nanewênim
be şîrî goşî kirdibim
bînay ḧizbêk nařûxênim
be xwênim goşim kirdibê
***
qisey xuşk:
kake germî û sardî hemû zîndanekanim çeştuwe
hatûme lat, cinêw û tif û nefretî
yasawłim be dawênim hełgirtuwe
niza û nizam řijanote jêr postałî jendirmewe
şîşî jengawî zîndanim be zimanim listotewe
keçî encam le sûçî řojnameyekda be
pakane piřkirdinewe
padaştekem dedeytewe?
ew xełkeş bîxwênnewe!
heta mawîn qêz û bêzman lê bikenewe
bebnî pêławî nefret şerefman biplîşênnewe
awa padaştî azar û şewnxûnî
min û daykim dedeytewe?
çon le řûm dê biçme lay ew
xuşkaney ke çaweřwanin
tołey cergî sûtawyan bo bisênî
wa hatme lat, le xomî bibîste kake
min ḧez dekem řûm řeş keyt û pirçekanim biqirtênî
bełam hergîz nawî pakane nehênî
kake çî bikeyn, bîr bikewe kake çî bikeyn?
meger zewî qûtman bida
meger asman hełmankêşê
egîna çon le řûman bê
dway pakane, řû nîşanî xełkî bideyn?
le astî jinî geřekda serhełbiřîn?
çon bast keyn?
çon laylaye bo taqanekey xot bikeyn?!
ke to hemû gyanit pîsî bê, serşořî bê
kake ger ewe nyazte bo lay ême neyeytewe
sîktir.. sîktir
pakaney naw řojnameke û xoşt.. sîktir
ême pyawêkman bo çîye.. ke parçeye
pyawetî pêşêlkirawî cerîdeye
her be řojnamekey lay xot
bê abřûyî û serşořî xot bipêçewe
heta to hey le zelkawda bitlêrewe
bełam hergîz bo lay ême meyerewe
çon pakane le gel dekey
êmeş herwa pakane le nawit dekeyn
dełêyn ey gel: em serşoře çawan piř le zelîlîye
kuřman nîye, kakman nîye kesman nîye.