xatû sîva bimanbexşe

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 3 minutes  1024 views
kiçim hetaweku êsta
min û daykit
heta, mołet hebû twanra
gułî nazî toman aw da
bimanbexşe ke lemewla
sîxuřekan,
nahêłn bûkit bo bikřîn
amêrdekan
nahêłn lêt nizîk bîn û
ew wişaney ke bo «naz»n
biçirpênîne gwêtewe
milwanke û mustîle û bazin
bikeyne mil û destewe
ew gułaney ke hî «řaz»n
bîpirjênîne řêtewe
katêk le baxçe dêytewe
bimanbûre
sîxuřekan
nahêłn bûkit bo bikřîn
na, nahêłn
byanuwe naskekanit bibřîn
bûkeşûşe û yarîyekanî,
ser řefeket bo dagrîn
kiçim dagîrkeranî,
«xoşî lem kurdistane
ke wek nûrî çawmane»
le «řojbaş»y
dayk û bawik û minałanî
em kurdistane tênagen
le «maçî mał’awayî» û «bay bay» çûnyan,
bo îş kar, tênagen
na, tê nagen
le ’etrî bonî guł behar
le serincî to bo xałey řêbwar
le ḧezit, le qaspey xoşî kew û kewbař
le çirpey to û bûkeşûşe
pirçinekey çaw be xumar
ke beřîze nawit nabûn
şîlan, xende, řoza û mîno û bûkê û telar
mîşe û din din û meymûn û denke henar
çî tê bigen?
boçî leber: baxçey sawayan řûxandin
boçî leber: lêdan û girtin û mergî be xinkandin.
firyay hîçî weha kewtûn:
 

tê bigen «mirov» yanî çî!
boçî dexwa û kar dekat û boçî dejî!
têgeyun xoşewîstî
nîştiman û gel «sûr»e,
yan «řeş», ya «sipî»ye
bełam gułe, řengîne zor bon xoşekem
min û to û pêşmergekanî hawřêman
şitî cwan û nexşîneman bo danawî
bot dekeyne deste dyarî
cûtêk gwarey sûr û geşî
karesatekey «hekarî»
peykerî «mame mewludî»
quře «beraze» be hełmet
herzekarî.
wêney piř şikoy dastanî
«şaristêne»
çîřokekanî «qendîl» û «hewrê» û «makok»y
bê wêne.
xałe şehab, ce’fer, enwer
dengî zengyan bo danawî
«îbrahîm ’ezo» û «jengarî»
řêgey şengyan bo danawî
hawřê aram ’eynekekey
cemal tahîr qełemekey
cemal bapîr, qełẍanî dijî weyşûme
kake selaḧ, pirojey awî malume
mame ẍefûr jajłeyî,
xořagrî bo danawî
xałe şemał, waney herdem berengarî
bo danawî
kiçe şîrînekem were
byanû bigre û pêdagre
xałan û mamanit tund tund
yexey bigre
biłê: debê ewanem bo bikene nîşan
bom bikene îklîlî guł
heta minałanî hawřêm, têr bonî ken,
çunke nek dujminanî xak
bûkî minyan şikanduwe
bełke xwênî geşî bawik û
xał û mamî hezareha mindałî wek minyan
beqest řijanduwe.
biłê debê
nan û aştî û
şaristanî
zamin biken bo minałanî kurdistan
biłê debê..
em mîllete dwakewtuwe bigate řîzî mîlletan.