bo hawřêyanim

From the Book:
Pelkezêřîneş Namo Meken
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  1000 views
min dezanim dekujrêm
min dezanim termekem
le «sara»yek fiřê dedrê
wa deşêwê
nanasrê
pê nazanrê: termî kame qaçaẍçîye
pê nazanrê: termî kame pêẍemberî yasaẍçîye
hawřêyanim namnasnewe
ne sîmay xoşî nedîwim
ne bałay qed nenewyum
ne hîway piř çawî geşim
ne cê zamê
şwên eşkencey nexşey leşim
ne ebroy řeşî wiryam
ne demulêwî piř sewdam
nanasnewe û
namnasnewe
hawřêyanim namnasnewe
bełam hemû betasewe
deřwanne:
laşey le«sara» kewtûm
le yektirî depirsin:
(boçî segî bê xawen û bebê xane
segî birsî û derkirawî lane
lelaşeyan nexwarduwe!
bo? demyan bo nebirduwe?!)
ey hawřêyan
ger laşem cêgestey seg bû.
bizanin segî polîse
gestey segî borjiwayanî negrîse
segî birsî
gaz lelaşey min nagirin.
her eweşe hêştûmîyewe û
dujminanim bergem nagirin.