lew demewey bûmete hawałî ẍem

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  588 views
lew demewey bûmete hawałî ẍem
xizawmete goşey syamałî ẍem
le nêw deştî ’uşreta nebuwe û nîye
kes weku min pîşey bê ’ewdałî ẍem
damenim boye weha guł guł buwe
çunke gîre le cergim çingałî ẍem
tarîkełane jyanim ’îllet çîye ?
her be tîflî kewtûmete çałî ẍem
heykelî şadî û sirurmî têkşikand
gurzekey destî řostemî załî ẍem
bazařî ẍezel şikawe be yekcar
qîmetî lê senduwe kutałî ẍem
ehlî em şare ezanin ke natîqPen name
dega be derga geřa bo swałî ẍem