’aqîbet felek darwelekî daye desim

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  583 views
’aqîbet felek darwelekî daye desim
hîç nebû řeḧmî be xom û be bira û qewm û kesim
têkî da zenginî xem û bêx binaẍey ’eyşim
kawlî kird be cefa załme xaney hewesim
eme bû fîkir û xeyałî felekî bê mirwet
pê be serma ke binê taku axir nefes
eme sałêke le twêy lêfey ḧesret kewtûm
’eynî teyrêkî ze’îf bestey goşey qefesim
nałew û şořşî şînim keř eka goşî felek
her tapawtilme leber êşî ten û qaç û destim
eme azarî ten û derdî giranî çawîş
ba bwestê ke lejêr barî dû heresim
qafłey fîkir û xeyałim çetey ẍem lêy da
boye beynêke nîye bang û seday ceresim
qîsmetî řojî ezel waye le bazařî cîhan
bo meta’î hem û ẍem şam û seḧer wek ḧeresim
ewey kirdûye be natîqPen name felekî şe’bedebaz
hêşta nagate cefay satê řeqîbî feresim