emşew le ẍemî to diłekem zar û zebûne

bo ’elî kemal
From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  497 views
emşew le ẍemî to diłekem zar û zebûne
mecřûḧe diłim dîde ke ałûde be xûne
elfî qedekem êste leber ḧesretî bałat
wa xem buwe gyana ke ełêy ḧełqeyî nûne
ew taw û şerarey ke ełên wa le seqerda
’uşrêke le mî’şarî giř û sozî derûne
hełse were lay ’aşiqî sergeşteyî wêłit
seyrî ke, ke çen şêt û çi serxoş û cinûne
binwaře çi ẍeřřaye «kemałî» hemû şî’irim
’eybî minî bêçare be xwa pare nebûne