çeqoy «malûm» û kêrdekey şeytan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  611 views
çeqoy «malûm» û kêrdekey şeytan
ta xwên biřêjin, tîjin, bê «hesan»
zortir le řojî mubarekdaye
em pyaw kuştine û şeř û heraye
matemî gewrey nozdey řemezan
birîndar kira ke şêrî yezdan
«’elî» «la fetey»y «bedir» û «ḧuneyn» bû
hem babî ’îlim û babî «ḧuseyn» bû
êşî birînî ew hêşta mawe
birîn le leşî îman kirawe
eme teqdîrî ezelîy xwaye
lewlawe destî şeytanî tyaye
eme esasî dewrî cîhane
ke nełên kesî tya şadmane#le layêkewe pyaw pyaw ekujê
mayşewe bira xwênî emjê
dwênî «şêx ẍezban» le ḧîlle herwa
biray xoy kuştî be nay nařewa
xoy û kuřêkî û jin û mindałî
kuşt û agirî berdaye małî
îrsî «qabîle» pêman biřawe
be dîmuqratî karman tewawe