xałî řût daxî diłî zamar û bîmarî mine

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  865 views
xałî řût daxî diłî zamar û bîmarî mine
řûmetit guł, qametî to serwî cobarî mine
ey tebîb bo çî mudaway zamî cergî min ekey
ba’îsî jîn û ḧeyat û sîḧḧetim yarî mine
pêy witim ’aşiq le gencî ḧusnî min behret nîye
pasewanî em telîsme zułfî řeşmarî mine
min witim dulber leber çî lale dił xwênîne wa
pêy witim ’aşiq be lêwî ałî gułnarî mine
ey řefîqan, ger epirsin em birînane çîye
tîrebaranî nîgahî şoxî ẍeddarî mine
labe tuxwa ’ûd û ’enber, ba’îsî derdîsere
bonî zułfî ew nîgarem muşkî tatarî mine
mirdin û sûtan û quřpêwan wezîfey eḧmedPen namee
terkî serkirdin le ’îşqa çawekem karî mine