sê kuçkey kwanûy dewłet û nermî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  570 views
sê kuçkey kwanûy dewłet û nermî
eşê yeksan bê bo berz û nizmî
ke pêçkeyêkî kurt bê emûstê
menceł le serî řast řanawestê
be her layêk da çewt bê eřjê
çêştekey be ser zewya epirjê
damezrandinî dewłetîş waye
têkřa musawat eyxate kaye
emewê biłêm nabê kurd kurt bê
ebê bo xizmet pêşkewtû û gurd bê
ebê pêk bibřên newek lêk bibřên
çunku bo ẍayey jîn leser yek řên
eger bê û paşqul le yektir binêyn
le řêgey řasta herdû heł’engiwêyn
çend xoşe dû dest behêz têkoşê
guzeranî xoy be zor řakêşê
le nebûnîye em giřugałe
ełên tebeqî piř aştî małe
ewî heyetî berçawî têre
le azayîda nimûney şêre
lawî be diraw wek «babe ’elî»
îşî wa eka pêy ełên: welî