ke xwa byewê yekê bika be pyaw

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  725 views
ke xwa byewê yekê bika be pyaw
řêkewtî ewtoy bo exate naw
zor be asanî pêy serdekewê
bextî dujminî le řast exewê
dû zordar eçin begij yektira
le herdû lawe ebê be hera
yekê lew lawe ke têdefkirê
eweyan çake lay ew degrê
xiwayş dyare piştî çakan bernada
bedkar dexnikê zû dê be lada
ke bedkar kewt û pyawî çak serkewt
yarîdederî padaşî berkewt
ełê kake to ke yarîdet dam
îtir çawdêrî to ferze le lam
kewate îtir serbest řabwêre
bo bêgarî kes meçûre gêre
barî bêgarî cidewî kirdî
dar û felaqe le nawî birdî
be dîmoqratî řu bikere hatî
xizmetit zor bê bo xowłatî
bîrit bê zułimit çend pê giran bû
qewmit be sitem çend natewan bû