zanayan ełên ke em cîhane

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  804 views
zanayan ełên ke em cîhane
şwênî yek kuştinî zîndewerane
herwa biřwane herçî gyandare
beser xwar xoya załe û zordare
pişîle bo mişk tancî bo kerwêşk
gurg bo bizin û meř, bo kerî bê mêşk
cige le maneyş lenaw xoyana
seg û beran û bargîr şeřyane
bełam hîç kamyan wek ademîzad
xermanî gyanî yek naden be bad
caran be şîr û tîr kem ekujra
êsta be bomba leş kewte seḧra
be gunahî xoy adem derkira
mîratî şeřî be ême biřa
layêk xwa fermûy «ûەلەا tezîru»
layêkîş «be’ْzu lîbe’ْzٍ ’edû»
hemû tîreyek bûne biray yek
le naw êmeda mawe şeřeseg
destî syaset têkman ber’eda
wek yek emanda be kelley yekda
xwaye konekan eger bikujî
ewsa etwanim biłêm kurd ejî