xwa bo qurbanî meřî danawe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  691 views
xwa bo qurbanî meřî danawe
keçî gacûtî têwe gilawe
gwaye gacûtêk ḧewtî swar ebê
«sê be gayî»man çon be çwar ebê?
min «gayêkim» bû, řay kird le destim
em cejne pekî «ḧewtimî» xistim
sed qurban ḧeqî nas nafewtênê
agirî cehennem gayş ebirjênê
xo min têr goştî qurbanîm bo hat
çîm lewey xêwî kewtiwe le «sîrat»
eger to małî xełkit xwardibê
nařwa, sed gayşit qurbanî nardibê
min ke ḧeqî xom be kes nebexşim
xwa pêm nabexşê be to nebexşim
be dizî eybey eydey be me’lûm
nawî xot nawe fasqî meḧrûm
mirdûşor parey xoy wer’egrê
bew çî le gořda mirdû lêy edrê?
«keway» nîwdaştit ke wa leberda
xemî tazetir bixo le berda