wezîfe û meqam be pyaw egořê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  772 views
wezîfe û meqam be pyaw egořê
řengî şûşeye ke aw egořê
herçî binêjî ewe «ber» eda
gozeyş çî tyabê ewe der’eda
dinya wek pyałey çayxane waye
to, eyxoytewe û hî ket ledwaye
ew pyałeyey to çat tya xwardewe
hezar mişterî le to şardewe
pare «beqeme» zû eçêtewe
ke bexşît ewsa emênêtewe
çawbirsî heta bîbê têr naxwa
çawtêr bêxeme, ke nayxate dwa
diłnyabe legeł awełî çaka
ewî dost eyka, bira bot naka
ke legeł dujmin lêk aşkira bûy
baweř be mekirî bikey têda çûy
dostî nadan û dujminî dana
byangořewe le řêga û bana
dostî nadanit wek hełeweře
agat lê nebê «diz»t lesere
herçî hełdesê syaset zane
be dest xełkewe bêl çend asane
dêw carêk «gurdî» xoy kewtibuwe çing
«guřnetełeye» û awî naw bêjing