«se’dî» fermûye ke xûyekî bed

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  648 views
«se’dî» fermûye ke xûyekî bed
kewte řîşewe, dernaçê ebed
wa minîş ełêm ke pyawî nadan
hênd qełbe «qelb»yiş nayka be însan
bednaw hełîşî bigêřîtewe
dîsan nadane, nageřêtewe
«xewasî ḧiruf» hêndêkî waye
new’e siřêkî me’newî tyaye
nadan, bed’edeb, gurg em syane
ke qelbit kirdin, dîsan xoyane
eweyş ke merde direm ebexşê
kerem karêke be merg nalexşê
mal emanete û sîḧet ẍenîmet
bexşîn firsete û xwastin mezellet
ke dił azarî xotit le bîr bê
nayełî diłî kest lê zwîr bê
dûřûyî û řya lay xwa û bende
wek marî zuḧak le ser şan bende
le nanî «dunan» sindan ebarê
çwar nan be weku «qelemirdarê»
«aşetendûre» û «kewşek» nemawe
be babî babî swarî ker bawe