ewey deramed, ebeşêtewe

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  664 views
ewey deramed, ebeşêtewe
towî çakey lê eweşêtewe
xwa «qena’et»y da be bendey xoy
řûy cîhan ebê be mułk û mał boy
eger qena’et çawî têr neka
kwêrewerî û xem serî tê deka
xizmî nizîkit xoşewîstîye
xoş řabwardin, tendirustîye
ke padşa bî û le jêr «cê» da bî
ebê be xoşî legeł kêda bî
ta leşt saẍe qedrî bizane
nexoş bî le lat dinya zîndane
ta destit heye destit dirêj bê
nek le piř řojê řêt serewlêj bê
ke le dinyada bom nekeyte teşt
gwaye be xêrit embeyte beheşt?
beçî dezanî ke xot beheştît
ebînim çeşnî terîqey çeştît
le «papa» û şêxan beheştyan ekřî
’eqîdey ’esrî, ew naney biřî
«nêre bîdoşe» bo mirîd baw bû
çî bikeyn? ew dewre, modey tewaw bû
ke ew le pêstî xoya newestê
em xełke demî xoy boç ebestê?