be «mazû» le dest çû bû sermaye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  745 views
be «mazû» le dest çû bû sermaye
eywîst be «sîçke» bêtewe kaye
qerz neydeytewe nabřêtewe
bertîl cêgay qerz nagrêtewe
sed çake bikey legeł napyawa
ke diłit şikand eyda be awa
be qînî dujmin dost ledest mede
dû kes ḧeq bêje û bedgo dûsede
ta be çawî xot çiştê nebînî
mekewere ser řêgay bedbînî
leser karî çak hergîz meweste
bo tołe pelî «pele» bibeste
ke diłit şikand xêrit pê nabřê
ke şûşet şikand pîne nakirê
hêwaşî, espî toř eḧemlênê
sirkey tund qapî xoy eteqênê
bo dirwêney bed perêzit pak bê
bełam lay gewre zubanit çak bê
qise le pêşda lêk edrêtewe
le dem tiraza nageřêtewe
dest bo tengane ebê be peřjîn
zubane serit eda be biřîn
xwa îxtyarî dawete dest xot
eger xot çak bê ’alem çake bot