ebê êste xerîkî badenoşîn bim leber şadî

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  448 views
ebê êste xerîkî badenoşîn bim leber şadî
ke yar etwanê bête kulbeyî ’aşiq be azadî
diłim sed pare bê yařebbî ger bêt û lebîrim çê
le mirdinda feramoş kem şehadet ger nekem yadî
be nûkî têşeyî naxun leser sînem beyadî to
ekêşim neqşî şîrîn ḧeyfe gum bê neqşî ferhadî
çi fîr’ewnêke dulber bo cefa nemrûde şagirdî
le kwê fêr bû xwaya ’îlmî sîḧir û mekirî şeddadî
meken baweř řefîqan ger řeqîb lutfî le ḧeqtan bê
çilon çakey ledest dê şexsî pîs û sufle û ’adî
witî eḧmedPen name egerçî pîrî to hêştakû şagirdî
temaşa ke çilon birdim diłî zarit be ustadî