byanûy newsinîm dozyewe boxom

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  620 views
byanûy newsinîm dozyewe boxom
ewî azaye biłêt: min naxom
birsêtî řegî harî pêweye
wek zistan tofe û be kiřêweye
ew hera û cenge her bo xwardine
nexwardin dwayî gyan sipardine
ew dexwa emyan temaşa deka
dyare le dostî ew ḧaşa deka
yekê zordare û yekê bê zore
boye lenawa fîtne û zor zore
herçî be beşî xoy nařazîye
nasza û sizay cezay qazîye
kes be xoy nałê sibeynê demirim
boç barî gunah le esto degirim
çeqeł ke firset le mirîşk ebînê
le pêşda beřîz eyanxinkênê
ełê ke xinkan firê edrên
benaçar hemû be min ebřên
nazanê segî çeqełkuj heye
ewî be «weye» gořî eweye
gişt sernewîştî řojî ezele
ême dexate ser pelewzele
lewlayşewe pêm ełê: muxtarî
kirde, xwa kirde û to gunahkarî