ełên berd le cêy xoya sengîne

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  2263 views
ełên berd le cêy xoya sengîne
ewî ke tora, biço bîbîne
aw ke mayewe û neřwa leberî
kes leber bogen naçête serî
agir merḧemet bo kes nanwênê
bîşî perestî, her etsûtênê
dar çake eger bêtu bînêjî
zorî pê naçê berî eçêjî
dizêk nîweşew eçête małê
eyewê herçî tyaye bîmałê
lêy řa’epeřn, ełên kuře kêy?
ełê: min «begçî»m baweř eken pêy
ełên begçî çon bê dehoł ebê?
ełê beyanî gwêtan lê ebê!
beyanî dehoł dengî dayewe
begçî dizîbûy, hîç nemayewe
pif le do naka, ewî lwa boy
her kese buwe be dizî gay xoy
diz û xawen mał eger yek kewê
be kunebanda ga serdekewê
pendî pêşînan ke bê me’naye
hem «bê behaye» hem «bê behaye»!!