her qînit hełsê û dest bweşênî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  605 views
her qînit hełsê û dest bweşênî
petî jyanî xot epçiřênî
xetî caranman cewherî şîr bû
nexwêndewarman aza û begîr bû
êste bombaye legeł kewte kar
ne şîrit dêłê û ne dar û dîwar
caran eyangut fiłan kes merde
le lêqewmanda kurdî neberde
êsta kelîmey «merd» wergeřawe
le cêy ew «direm» pesend kirawe
«dînar»yiş nawî be farsîye
«dîn ar»e û pîşey firyadřesîye
keçî dînare cênşînî dîn
sewday ew buwe be lekey ayîn
paredar ełê: xo em qisane
watey latîye û daxî diłyane
řast ełên bełam ewanîş be fêł
hezar hejaryan xistote eşkêł
ax çibkem eme derdêkî qurse
ke tirs le pirse, lewîş mepirse
şa’îr le hemû nezmê eyêjê
neyzanî şîrî dapîr eřêjê