xezan hat gełay řezan hełwerî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  581 views
xezan hat gełay řezan hełwerî
têkřa têpeřî ber û sêberî
dirextî wefa her ew çak eka
dałdey sêber û ber bo kes naka
şêtêk ke sewday wefay kewteser
naygatê her wek şwên kewtey sêber
«’enqa» be xeyał bałî bo ekirê
«wefa» be hîwaş řêy pê nabřê
ew bûke koney ke dinyay nawe
hêşta «cyazî» be kes nebřawe
şeytan le xewda dête baxel pyaw
dinya be xewîş nakewête daw
bo hendê dostî be serzarîye
ewey eydatê dił azarîye
pyawî dinyayî neyutwe oxey
wek «helْ mîn mّezîyd» her bang eka dey
ta dwayî le dway ew becêmawe
sûkê bo mêrdê jinî birawe
hawîn kiławêk ba fiřandibûy
peleyan nebû, payîz kewtine dûy
minîş ke ’umirim řoyî beserçûm
wa şwên kiławî babirdû kewtûm
wateyek le naw «sine» da bawe
wa «melîçk»êk ha we ḧewawe
řû ekate xełk herwa řûbeřû
yêjê ke ewey le dest derçû çû