min bot enûsim be ders bîxwêne

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  630 views
min bot enûsim be ders bîxwêne
destê ke ḧakim bîbřê bê xwêne
bełam ew destey lew hełdebřê
ḧeq bê! xwa nanî ewîş ebřê
xełk boye řanî be şwan espêrê
ke le gurg û diz, pasî bidêrê
ger gurg hat û meřêkî řifand
ew gurge qedrî şwanekey şikand
şwan ebê segî gurg xinkênî bê
xoyşî gałokî serişkênî bê
ewey mał be zor le xełk esênê
xołemêşêkî le cê emênê
giřî ew agire be çaw dyare
kes baweř naka hêşta lem şare
wirç hat be xoya û kewte çepołe
piştî piłingî kird be kemołe
kes leme serî lê sûř namênê
xwa tołey biznî bê şax esênê
be «dîmuqratî» min řengim sûr bê
xwa bika piłing û wirçim lê dûr bê
pîşey ḧukmidar diłnewayye
le syasetda «abî» dayye