gunahîş ekey ba penhanî bê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  620 views
gunahîş ekey ba penhanî bê
ba nezanî to, kes nezanî bê
ke carê nawî xirapît ziřa
hîway baweřî xełkit lê biřa
kabraye carê diroy kirdibû
diroznê bû, agir le mał çû
’îzzetî nefsî xoyşit meşkêne
waz le temennay awêne bêne
jûrî zistane piř ferş ekirê
mîwan qonderey quřî pê esřê
birsêtî řegî harî pêweye
keçî řemezan her le cêweye
birsî wa heye ke le daxî xwa
eger řemezan bête lay eyxiwa
hî wayşiman heye heşt no new’ te’am
leber demyaye û pêy dełê bê tam!
lezetî xwardin her le demdaye
le «dîzeřeşda» her yek hewaye!
ax erkî dîzey řeşman nebwaye
kê be kêy egut eme paşaye?
xozge ḧekîmê be diłsozîyewe
çarey birsêtî edozîyewe
ewsa ne «hîtler» em şeřey ekird
ne bo nan kesê le birsa emird