dinya be carê wek agirî sûre

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  588 views
dinya be carê wek agirî sûre
şukur em agire le ême dûre
bełam lemlawe petî îḧtîkar
le milman tund bû, xistînye hawar
birinciman eben, be řenc emênîn
diłman wa xoşe ke newt estênîn!
her çîman heye be «not» ebrê
ke xwardiman nema, «not» xemşey biřê
bizin be meřî gut wa zistan dê
ba xanuçkeyek bikeyn nizîk dê
meř witî zistan ba her be coş bê
xanûm bo çîye, dûgî xom xoş bê
ke zistan hat meř çuwe lay bizin
witî: bizin gyan! řefîqit bûm min
witûme bizin le cêy gişt kesme
tenha cêy serim biderê besme
be zor serî xoy le kułane çespand
gurg hat le dwawe dûgî lê fiřand
mełên: pîremêrd watey boş eka
bizin bo şewê cêy xoy xoş eka
ême ke «mazû» le dest derbênîn
dyare be «sîçkan» tołe nasênîn
min lêbûmewe lem pend û beyte
min wa bo tome, ey to bo kête?