ewî be hîway řojî dwayye

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  578 views
ewî be hîway řojî dwayye
ẍemî cîhanî le la şayye
madam lew dinya xuday bo ebê
ba em dû řoje kwêxayî nebê
pyawê le dûrê agirî edî
hêzî derûnî bo dehatedî
hîwa çaktire le na’omêdî
ta me’îwis nebî, nakewye bedî
her kesê parey zorî hate dest
řaḧetî diłî derdeçê le dest
qena’etit bê, bê îḧtyacî
camê doşaw û dû nanî sacî
paqlaway zyafet, barî minete
le jêr ew bare, derçûn zeḧmete
minet û hîway nefist dû barin
wek «zuḧak» le ser şanit dû marin
însan le xewda pare debînê
ke hesta destî tund eqûçênê
dest ekatewe, hîçî tya nîye
dewłet xewêke ewîş fanîye
keçî çakeyek ekey ebînî
le her dû dinya padaş ebînî