be pişt êstirî çemûşda meřo

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  558 views
be pişt êstirî çemûşda meřo
xûy ew «leqeye» xot lade lew to
segî nihên gir, le kes naweřê
belaya meřo! lepiř etgirê
ba wicud êsta ke seg nemawe
«hełeweř» le cêy ew danrawe
pişîle dyar nebê, şayî mişkane
herwa hatuwe em, dewr û dûkane
dewłemend le dest swałker bêzare
ḧeqyane hendê swałker bê’are
ard û řon nîye û be na’îlacî
le hîç kwê naye bonî naw sacî
xwa «espê»y xiste ferde ardewe
boye tema’kar wa neyşardewe
le pêşda bibû be bigîr, bigîr
ke espêy têda kewte dest feqîr
em mułk û małey diłman pêxoşe
leseremerga ḧesrete, boşe
dirozin zanî diroy ser egrê
pêy řadê îtir şerim naygirê
ew şîrînîyey le dirodaye
le řastî tałda hîç kes boy naye