aza le bend û zincîr napirsê

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  942 views
aza le bend û zincîr napirsê
tirsenok le bay zigî etirsê
qisey bê fêł û řast wa lay şêtan
diro û deleseyş lay pyawî şeytan
xełk be nuqłane çîyan gut waye
zubanî mexlûq qełemî xwaye
be «wiga’ wiga’» welekî beẍda
leqleqyan xiste naw şet be hełda
gałe û nałey xełk «hîtler»y şikand
xwa ’edałetî be ’alem nwand
haka bîstiman wek kundebebû
çawî «hîtler»yan kwêr kird be qûqû
bełam çi fayde ew dinyay sûtand
bîşkujrê xo ew bedî xoy nwand!
pêşřewî şeř bû, bo qewmî ełman
barî negbetî xistine serşan
tobe xwardû bûn ke carêkî tir
bo dîktatorî nebin be leşkir
wirç be zatî şêr azayî nwand
çingî piłingî be hełmet şikand