le befir sarditir henasey sarde

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  758 views
le befir sarditir henasey sarde
teqawît ełê mela, ye, arde
ełên banêke û dû hewa, waye
nazanê xoyşî emey le dwaye
caran «japon» bû yacûc û macûc
êsta «neřnayş» kirdûnî be ’ûc
bełam ke nawî «bisim alle»t hanî
xoy řanagrê ẍûlî yabanî
yarîy em şeře buwe be «waẍên»
ke «kaye» kwêr bû ebê be têçên
her têwe eden hetakû hełdê
înca estêrey ’edałet hełdê
pîrêjnî «çerx» ’aşûray lêna
le hemû qewmê goştî bo hêna
xełk biřayewe, şeř nabřêtewe
agirî «hîtler» nakujêtewe
le cejna dujmin aşt ebêtewe
dû cejin yek kewt, şeř nabřêtewe
eyangut «cecał» wek bendubawe
min baweřim kird «cecał» hełsawe
meger be «mehdî» çak bê em ḧałe
załim xot bigre wadey zewałe