mindał le zigî daykya xwên exwa

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  755 views
mindał le zigî daykya xwên exwa
ke hate dinya awłe der’eda
ay ewey xwênî xełkî emjê
nazanim awłe boçî naykujê
tema’ swêrawe, wek aw denwênê
ta bîxoytewe tînwêtî dênê
bo hendê swêraw ebê be hengiwîn
tema’karekan wa zortir ejîn
serî ker kira, be řeşî gawe
lem dinyayeda, pirsîn nemawe
egîne selkê şêlim û çewener
geyye řadeyek le wize beder
le «qełaçwalan» zemanî pêşû
bo ’îbret kêlî qebryan nûsîbû
menêkî genim bedû cilq edrê
way lewey małî pê bexêw ekirê
befrî asman, bombay serzemîn
«xam»yiş" girane, bê kifin emrîn
hejar enałê be gyaneławe
xwaye hîwaman her lay to mawe
be dargiranî darman bo kiřa
pejarey «hîtler» lenaw derbiřa