ta hetaw nebê, sêber nabînî

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  774 views
ta hetaw nebê, sêber nabînî
ta baran nebê, deẍił naçênî
kirim ke řegî dirextî xwardî
pîşet ebête henase sardî
řoj kiçe û mangîş be kuř naw’ebrê
keçî kuř le kiç řûnakî degrê
zilî bê huner kar nabate ser
agir be fîtney «kurtêk» bête geř
gurg du’a eka yařebî tem bê
tem û doman bî, řan le gwê çem bê
min çî dełêm û tenbûrekem çî?
ahengî dinya kewtote keçî
’adete wişk û teř têkeł kirdin
goranîyeke be komeł mirdin
sed zînhar dostî bê bayex megre
turk û dostî aw û agire
«bismar» witûye: «ḧeq hî ẍałbe»
le syasetda eme qałbe
ba wicud eme pîşey dinyaye
dyare lay xuda ke ḧeq bałaye
pyaw axrîn bê û le hoşa wirya
be goşey tenya, nek kuştey dinya
weten perwerim be xuday bêbak
kwêre çît ewê? çawêkî řûnak