hawîn hatewe bo mar û dûpişk

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  642 views
hawîn hatewe bo mar û dûpişk
«şarezûr» buwewe be pûşêkî wişk
hay lew gułaney le gwê «zełim» emdî
ewîş xewê bû, dîm wiya nemdî
hawîne û keçî çerx wa desûřê
wek aw û řengî behar egořê
řeşebay emsal lêre dû denge
hêşta nemdîwe min bay bem řenge
be agirî şeřî «řûs» û «ełeman»
tawî senduwe zewî û asman
mindał bûm, legeł dû kes şeřyekird
«diglidane»man exwênd dest û bird
nînokman leyek esû, têk hełçin
bełkû le yektir bibin be dujmin
êstayş her dełêm wa «diglidane»
înşałła negbet bo «ełemane»
herçî ewende be xoy bixuřê
her be hêzî xoy petî epçiřê
hemû qumaşê be tenkî edřê
tenha însanî estûr epçiřê
êsta esbabî şeřî tewawe
demêke «řûs» xoy lê mełas dawe
[bełam etirsim le wirç û piłing
wirçî zebellaḧ bikewête berçing]