heway daneye murẍ exate daw

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  706 views
heway daneye murẍ exate daw
sewday naw û daw pyaw exate naw
egîne kesê ke xwa bîdatê
xoy girte kenar pełî nagatê
caran bo masî zor qing teř ebû
çend toř epçiřa, çend daw ber’ebû
êsta sed masî egirin teř nabin!
bo řesmî masîş tûşî geř nabin
hemûy be hate gerdişî dunya
nek be zanist û be řencî tenya
heye lepřê ebê be kuřê
heye hewł eda û pelî epçiřê
«ḧeme sałḧ aẍay qizłice»yişman mird
her ew bû legeł dinya deryebird
eger bimaye bo em zemane
ewsa etzanî saḧîb ’înwane
katê baranî nîsan ebarê
şelaqey legeł eřjête xwarê
gezo û şelaqe bo cû ebarî
êsta dem tałn be derdî karî
emsał «hîtler» û «haman»yan ekuşt
boye wa berdyan lê girtûne mişt
bełam bekêşin cefayan lê dê
elên ełbete řojî êmeyş dê