şewî dirêjî ewełî zistan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  901 views
şewî dirêjî ewełî zistan
legeł řojgarî axrî nîsan
berawirdî ke wek pendî pîran
ye’nî le barê namênê dewran
kewabê nabê hîç kes meẍrûr bê
be nebûn, zebûn, be bûn mesrûr bê
ebê desełat be hel bizanî
hełsûřê bo xełk heta etwanî
ke hełbijêrra le qewm û xwêşa
formey na’îbî be berda kêşa
pele, pel pel bê le hemû laye
çunke em ḧele ḧellî le dwaye
bawcud eme nabê be bełên
meb’ûsî ême nebuwe hîç biłên
kabray zekî! toyş nexełetabî
biłêy ḧîsabî dewrey nyabî
agat lêbû çend ezyetit kêşa
bo tûtin û sûtin çend serit êşa
kewa kewtûyte naw geřekewe
çaw besterewe be desrokewe
bo xot kitêbî tarîx binûse
serpêçî meke lem çarenûse
her çende neway řast ’îraqîye
le qubbey dehra sedat baqîye
meqamî minîş mîlî mînaye
mînay dił, berdî řecmî zor tyaye
min hîwam be kes nîye bêbakim
be te’ney bedkar ezanim çakim
caranî pêşû ke meteł baw bû
her nîwe şî’rê metełî naw bû
em pende nawî be meteł ebrê
bełam bo hîç kes nawî ḧel nakirê