hewr û řeşeba befir û hełekok

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 2 minutes  945 views
hewr û řeşeba befir û hełekok
mişk û pişîle legeł yek nakok
waşe û çoleke kerwêşk û tancî
pişîley metbex û hemîne bacî
seg û gurg û meř aşçî û darî teř
sofî û segî geř çete û espî leř
be řojî şemwan cûleke û agir
aẍa û herewez polîs û nazir
emane hemû ḧukmî siruşte
tîẍî bedkarî her be biřişte
hîç kes le pyawî hêmin natirsê
ke bed derkewê xełk eḧepesê
xetay kes nîye felek bedkare
hemîşe legeł na’ehla yare
eyewê ’alem le yektir berda
pał bidatewe û seyr ka be serda
ew kese şête ke le dunyada
be hîway çake xoy be fena da
nazanê dinya laşey topîwe
seg dewryan dawe goştyan nedîwe
ya ebê wek xełk bêyte şeřeseg
ya ebê hełkey be nanî kepek
herçîm dî ełê ey bextî dujmin
nayêłê dunya řû bikate min
ewî heyşyetî her be peroşe
seyrî ken seyrî dunya çend xoşe
heta baryan key her dełên: keme
xozge emzanî key dełê heme?!
yek be yek hemû eme ezanîn
hêşta esîrî cehil û nadanîn
bełam le laman bû be efsane
’eşq û sûtanî şem’ û perwane
pendî pîranim hêşta le bîre
řojê nûsîbûy ew pyawe pîre
dewłemend parey be kes nedawe
ew hemû xełkey eřwa be dwawe
her ew nerîte û her ew pîşeye
em pende bo min her ser’êşeye